?>

Bı Zımanê Dayîka Mın

Recep Kavuş

3 yıl önce

Gava te ez anî me dinya yê te perçeyek ji zimanê xwe daye min.

Ji ber ku zimanê te bû zimanê min.

Ji bo ku cejna zimanê Kurdî ye ez vê nivîsa xwe bi Kurdî dinivîsînim.
Lêbelê ez dizanim ku di Kurdîya min de pirr kêmasî hene.
Ji ber ku zimanê te da min, min xwedîtîyê lê nekir.
Ez ji ber vê yekê pirr xemgîr im dayê.
Lêbelê ez dizanim ku dayîk tu caran kêmasîyên zarokên xwe na bînin.
Tu jixwe hîç nabînî û tu car nedîtiye jî…
Ev tişt ji bîra min naçe:
Rojek serê bira yê min li derîyî keti bû û girîyabû.
Te jî serê xwe li wî derîyî bixwe dabû.
Te meraqê dikir ka serê zarokê te zehf êşîyabû yan neêşîyabû.
Hezkirina ku te ji zarokê xwe hez dikir, em hîç rastî hezkirineke wisa nehatibûn.
Te digot “bera sitirî di tilîka zarokê min de neçe hema bera şûjin di destê min de here!”

Tu dayîkeke wisa birûmet bûy.

Em çi ji bikin nikarin ji binê barê heqê de derbikevin.
Daye li min bibuhure, ew zimanê te dabû min, hinek jê ji destê min çûye.
Ji ber wê yekê di axaftin û nivîsîna min a Kurdî de gelek şaşî hene.
Ev ne sûcê te ye û ne jî yê min e, zimanê Kurdî bi salan qedexe kirin.x
Nehiştin em li çîrok û dîlokên bi Kurdî guhdarî bikin.
Hê jî li pêşîya zimên hin qedexeyî hene.
Heta ku zimanê Kurdî nebe zimanekê fermî, nivîsa zimanê Kurdî bi pêş ve naçe.
Lêbelê berî her tiştî; em Kurd divên xwedîtîyê li zimanê Kurdî bikin.
Bi Kurdî biaxifin û binivîsînin, ji ber ku zimanê me hebûna me ye.
Gava te ez anîm dinyayê, te perçeyek ji zimanê xwe da min.
Min ev nivîs ji bo wî emanete te yê bi qîymet nivîsî.
Ez gazî gelê Kurd dikim ku li zimanê xwe bibin xwedî.
Hûn ê wisa karibin hezkirina xwe ya ji dayîka xwe nîşan bidin.

Cejna Zimanê Kurdî pîroz be.

Annemin Dili ile

Beni dünyaya getirdiğinde, dilinden bir parça verdin bana.

Senin dilin, benim dilim oldu.

Kürt dili bayramı dolayısı ile bu gün ki yazımı Kürtçe yazıyorum.
Ama biliyorum Kürtçe dilini konuşma ve yazmada eksikliklerim var.
Senin bana bağışladığın dile sahip çıkmadım.
O yüzden üzgünüm anne. 
Biliyorum anneler, çocuklarının kusurlarını hiç görmüyorlar.
Sen zaten hiç görmedin ve görmüyorsun.

Bu anıyı hiç unutamıyorum;

Kardeşimin başı kapıya değmiş ve ağlamıştı.
Sen de aynı kapıya başını vurmuştun.
Merak ediyordun, çocuğumun başı çok ağrımış mı diye.
Senin çocuklarına olan sevginin benzerine ömrümce hiç rastlamadım.
Diyordun ‘çocuklarımın parmağına diken yerine benim parmağıma çuvaldız batsın’

Sen böyle değerli bir anneydin.

Ne yaparsak hakkını ödeyemeyiz.

Anne, kusuruma bakma, bana verdiğin o dilen bir kısmını kaybettim.
Bu nedenle Kürtçe konuşma ve yazmada yanlışlarım var. 
Bu suç sadece benim değil, Kürt dilini yıllarca engellediler.
Bırakmadılar, masallarımızı ve türkülerimizi Kürtçe dinleyelim.
Halen Kürtçe dil önünde engeller bulunmaktadır.
Resmi diller arasına girmeden ve yazışma dili olmadan Kürt dili ilerleyemez.
Her şeyden önce biz Kürtler dilimize sahip çıkmalıyız.
Kürtçe konuşup Kürtçe yazmalıyız, çünkü dilimiz varlığımızdır.
Beni dünyaya getirdiğinde dilinden bir parça vermiştin hani.
İşte ben o değerli dilin bir parçasıyla bu yazıyı yazdım.
Bu vesile ile çağrım bütün Kürtleredir;

Ana dilinize sahip çıkın.

Ancak bu şekilde annenize olan sevgiyi kanıtlayabilirsiniz.

Kürt Dili Bayramı kutlu olsun.

YAZARIN DİĞER YAZILARI